Tirkiye

Îstiqameta Stenbolê ya Tunela Çiyayê Boluyê ji ber hezazê hat girtin

Mehmet Emin Gürbüz, İbrahim Yozoğlu  | 28.06.2022 - Rojanekırın : 28.06.2022
Îstiqameta Stenbolê ya Tunela Çiyayê Boluyê ji ber hezazê hat girtin

Bolu

 Otorêya Anadoluyê ya ber bi îstiqameta Stenbolê ya Tunela Çiyayê Boluyê ji ber hezazê hat girtin.

Li bajêr şev baraneke gur barî.

Di 200 mêtro dervayî Otorêya Anadoluyê ya Tunela Çiyayê Boluyê ber bi îstiqameta Stenbolê va li aliyê rastê hezaz çêbû.

Piştî hezazê hêzên ewlehiyê rê ji çûyîn û hatinê ra girtin.

Ji ber ku rê girtiye wesayît ji xaçerêya Abantê li ser rêya D-100î ber bi Çiyayê Boluyê va diçin.

Waliyê Boluyê Erkan Kiliç ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber hezazê tevdîr hatine dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.