ANKARA
Îro di rojnemeyekê de hat îdiakirin ku Serokê BDPê Selahattîn Demîrtaş û Serokê DTKyê Ahmet Turk ji bo ku beşdarî Konferansa Neteweyî ya Kurdan bibin çûne Hewlerê. Lê BDP bi daxuyaniyekê ev nûçe derewand û got, Demîrtaş li Stenbolê ye û Turk jî li Îrlandayê ye.
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku dîroka Civîna Amadehiyê ya Konferansa Neteweyî ya Kurdan hê ne diyar e û heke ev civîn diyar bibe dê bê ragihandin.