Nihat Kavşut
24 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2019
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey axivîn.
Di hevdîtina ku li Kuliyeya Serokomariyê di navbera Kalin û Jeffrey û heyetan da hat kirin li rojhilatê Feratê avakirina Herêma Ewle, tevî DEAŞ û PKK/YPG/PYDyê şerê dijî terorê û geşedanên li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin di axaftina Kalin-Jeffrey da hat destnîşankirin avakirina Herêma Ewle bi tenê bi planeke ku daxwaz û hêviyên Tirkiyeyê pêk bîne, çêdibe.
Wek mayîn di axaftina Kalin-Jeffrey da girîngiya ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê bi eşkereyî hat destnîşankirin.