Nihat Kavşut
11 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2020
Hevdîtina Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey qediya.
James Jeffreyê piştî pêwendiyên xwe yên li Enqereyê hat Stenbolê derbasî Ofîsa Serokomariyê ya Dolmabahçeyê bû.
Jeffrey li vir bi Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ra hat bal hev û hevdîtina ji çapemeniyê ra girtî hat kirin saetek û 25 deqîqe ajot.
Di hevdîtinê da geşedanên dawîn yên li Sûriyeyê, qeyrana di navbera Amerîka û Îranê da û geşedanên din yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtina Kalin û Jeffrey da ji bona Sûriyeyî bi awayekî ewle û bi dilê xwe vegerin malê hat destnîşankirin li gor mutebeqeta bi Amerîkayê ra ku di 17ê Cotmeha 2019an da hat îmzekirin divê avakirina herêma ewle bê temamkirin.
Di hevdîtinê da şer û pevçûnên li Îdlibê û meseleyên qeyrana însanî û pêlên koçberiyê hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê da lihevkirin çêbû ku ji bona pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê bi ser bikeve divê civaka navneteweyî destekê bidin xebatên Komîteya Destûra Bingehîn û hilbijartinên şefaf, adil û azad bên kirin.
Wek mayîn di hevdîtinê di serî da DAEŞ û PYD/YPG/PKK di şerê dijî hemû rêxistinên terorê da biryardariya Tirkiyeyê hat dubarekirin û fikarên Tirkiyeyê yên der barê herêmê da hatin destnîşankirin.