Tirkiye

Êş û elema 28 sivîlên ku PKKya rêxistina terorê li Îkîyakayê kuştin, nayê jibîrkirin

Sayim Harmancı, Ulaş Güven  | 23.11.2021 - Rojanekırın : 30.11.2021
Êş û elema 28 sivîlên ku PKKya rêxistina terorê li Îkîyakayê kuştin, nayê jibîrkirin

Hakkari

 Li gundê Îkîyakayê yê Yuksekovaya navçeya Hekariyê terorîstên PKKyî 32 sal berê 28 kes kuştin û êş û kedera van kesan nayê jibîrkirin.

Gundê Îkîyakayê nêzî 50 kîlomêtreyî dûrî navenda navçeyê ye. PKKya rêxistina terorê di 24ê Mijdara 1989an da li gund dijî sivîlan komkujiyeke mezin kir.

Piştî ku tarî ket erdê, terorîstên PKKyî hatin gund û ketin malan û dergûş, zarok, jin, kal û pîr û merivên bê sûc û guneh dan ber guleyan. Terorîstên destbixwîn, 28 sivîl kuştin, malên wan agirdadayî kir.

Gundiyên Îkîyakayê bi vî hawî bû şahidê rûyê rastîn ê rêxistina terorê û êş û jana komkujiyê ji bîr nakin.

Besna Boza ku di êrîşê da ji lingê xwe birîndar bû, ji nûçegihanê AAyê ra got ku dema terorîst ketin malê, ew ketin pişta çewalên ar û xwe veşartin, lê ji ber ku xwesûya wê astengdar bû, nikaribû xwe veşêre.

Bozê daxuyand, terorîstan piştî ku xwesûya wê dît, her kesê malê kir rêzê û wiha dewam kir:

"Di nav xwe da axivî û gotin 'em bikujin'. Min firsendek dît û keça xwe hilda û dîsa ketim pişta çewalên ar û xwe veşart. 5 kesên malê kuştin. Mêrê min, xwesûya min, jintiya min û du zarokên wê di êrîşê da şehîd bûn. Gotin 'em bombeya destan bavêjin malê û malê agirdadayî bikin'. Min got wê agir berdin me û min keça xwe hilda û xwe ji qata duyem avêt. Wexta ku ez rabûm ser piya, min ferq kir ku gule li min ketiye. Wan ez jî birîndar kirim. Ez bi halê xwe yê birîndar heta nava gund çûm. Me got wê bidin peyê me û em û gundî derketin jora gund. Min nizanibû ku çi anînê serê milet. Paşê em derbasî malekê bûn, ableya min jî li wê derê bû. Ez birîndar bûm, nikaribûm rabûma. Ableya min navê kesên ku ji me hatin kuştin, hemû gotin û agir berdan mala me. Ew bûyer wekî îro di bîra me da ye û em hîs dikin."

- "Pitika di qematkê da kuştin"

Ji şêniyên gund Halîl Aykut bi bîr xist ku rêxistina terorê ya bêbext ber bi êvarê bi ser gund da girt û malan da ber guleyan.

Aykut got ku di êrîşa terorê ya li ser gund da 28 kes hatin kuştin û wiha domand: "Ji malbata me 16 şehîd hene. Diya min, birê min, 3 bûkên me û 11 xwarz û biraziyên min hatin kuştin. Kesên din jî xizmên me bûn. Ev êş bi salane ku di nav cegera me da ye. Em her tim lenetê li terorê tînin. Diya min 70 salî bû. Wan pitika di qimatkê da bû kuştin. Vê çawa kirin, kî tiştek wisa dike? Em wan hewaleyî Xwedê dikin. Lenet li terorê be. Dewletê tu carî me bi tenê nehişt û şehîdên me ji bîr nekirin."

Sadik Çelîk jî destnîşan kir ku di ser bûyerê da 32 sal derbas bû û mîna ku bûyer nû qewimî be li pêş çavên wan e û wiha dewam kir: "Dema bûyer tê bîra me em lenetê li terorê tînin. Çi gunehê wan mirovên mesûm hebû? Çi gunehê pîrika min a 75 salî û pitika 1 salî ya di qematkê da hebû. Wan biçûk, mezin jine zarok herkesî qir kirin û paşê jî agir berî malê dan. Gelo zilmekj wiha di dinyê da heye?"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.