BITLÎS / MÛŞ
Li Vartoya navçeya Mûşê û Exlata navçeya Bidlîsê bi çekên lûledirêj û roketavêj ve êrîşî ser hêzên ewlehiyê kirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan endamên PKKya rêxistina terorê duh di saet 23.30yî de bi çekên lûledirêj û roketavêj ve êrîşî ser Midûriyeta Ewlehiyê ya Exlatê kirin.
Hêzên ewlehiyê jî demildest bersiv dan, şer derket û endamên rêxistinê ji wê derê reviyan.
Ji hêla din ve endamên rêxistina terorê li Vartoya navçeya Mûşê bi roketavêjê ve êrîşî ser wesayîta polêsan a bizirx a di dewriyê de bû kirin.
Di êrîşê de tu zirar neqewimî û ji bo girtina terorîstan xebat didomin.