03 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê, gulleyeke roketê li xaniyekî ket û kesek tê da mir û yek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku hatin stendin, li taxa Iskenderpaşaya Sûrê, gulleyeke roketê li xaniyekî 2 qatî ket. Bi vê sedemê kesekî di qata 2yan da jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Birîndar bi ambûlansê gihandin nexweşxaneyê.
Li taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê yên Sûrê qedexeya derketina derva heye û operasyon didomin.