Haydar Şahin
30 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2019
Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed û Rûsyaya pişgirê wê ji beja û hewayê êrîşî xetên eniyên mixalifên eskerî û wargehên sivîlan ên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê kirin.
Rejima Esed bi top, hewan û roketan êrîşî Marrithirme, Termela û Kebbineya gundên Kefrenbîla navçe ya li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê kirin.
Rayedarên Parastina Sivîlan a Îdlibê (Kumsipî) gotin ji ber êrîşên berê dihatin kirin sivîl ji herêmê vekişyabûn ji bo vê di êrîşên ji beja û hewayê yên ber destê sibê hatin kirin da tiştek bi sivîlan nehat.
Li gor agahiyên mixalifên eskerî ji mala çavdêriyê ya teyareyan sitandin, teyareyên şer ên dibêjin yên Rûsyayê ne êrîşî Marrithirme, Nukeyyîr, Cibala, Um es Sayr û El Fakiiya gundên Kefrenbîla bajaroka Îdlibê û Kebbîna gundê Lazqiyeyê kirin.
Tirkiye û Rûsyayê di 17ê cotmeha 2018an da mitebeqat îmze kirin ji wê rojê di êrîşên li ser Îdliba Herêma kêmkirina Rageşiyê yên dejim û Rûsyayê da ji 1300î zêdetir sivîl hatin kuştin.