ÎZMÎR
Li Îzmirê di çalakiya bêdestûr de hin çalakvanan dest danîn ser kameraya kameramanê Anadolu Agencyê (AA) Huseyîn Kanber û xwestin kameraya wî bişkînin.
Çalakvanên ku li ser sîteyên civakî yên parvekirinê ji hev haydar bûn, li Cadeya Şehîdên Qibrisê kom bûn. Dema ku Kanber çalakvanên ku ber bi Meydana Lozanê ve dimeşiyan dikişand, hin xwepêşanderan tiştên nexweş gotin Kanber.
Çalakvanan hewl dan ku dest danîn ser kameraya Kanber û wê bişkînin. Hin xwepêşandêrên din ketin navberê û kameraya Kanber pêş ve dan.
Kanber wiha axivî: "Wek kameramanekî min wezîfeya xwe dikir. Komeke ji 15 kesan pêk tê ji min re gotinên nebaş gotin. Paşê ji van hinekan kemaraya min bi zorê ji destê min hildan û hewl dan ku bişkînin. Min çend caran ji wan re got ku ez xebatkarê çapemeniyê me û wezîfeya xwe dikim. Lê dîsa jî gotinên xwe domandin. Hin xwepêşandêr ketin navberê û kameraya min paşve dan min."