ŞANLIÛRFA
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wek kevneşopiyek jin û mêr ji bo ku xweşiktir xuya bikin û balê bikşînin, li ser rû û destên xwe deqan çêdikirin. Lê ev kevneşopî êdî bala ciwanan nakşîne û li ber windabûnê ye.
Gelê herêmê wisa bawer dikin ku ev deq wan ji nezer û nexweşînan diparêzin, mirov bi deqan xweşiktir xuya dikin û wêrektir dibin. Di vê serdemê de ev deq tenê li ser dest û rûyên kesên ku temenê wan li ser 50 ye de tên dîtin. Deqên li ser rû û destên jin û mêrên ku temenê wan li ser 50 salî ne nîşan dide ku ev kes ji kîjan eşîrê ne û di êşîrê de xwediyê ciheke çawan in. Herî zêde gelê Rihayê yên ku nêzikî sînorê Sûriyeyê dijîn deqan çêdikin. Lê êdî ev deq bala ciwanan nakşînin û dibe ku ev kevneşopî di nav pelên dîrokê de winda bibe.