ERZÛRÛM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev hewaya herî sar bi 15 pîleyî ve li Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê ji ser Sibiryayê re hewaya sar tê herêmê û ji ber vê jî dê cemed çêbe û sibê li herêmê dê berf dest pê bike.
Bişev hewaya herî sar di bin sifirê de li Qersê 15, li Agiriyê 12, li Ezircanê 8, li Îdirê 7, li Erziromê 5, li Erdehanê 4 pîle hat pîvandin.
Dibe ku biroj jî germahiya hewayê li Ezircanê 6, li Erdehanê 3, li Erzirom û Qersê 1, li Îdirê di bin sifirê de 1 û li Agiriyê jî di bin sifirê de 4 pîle be.