Zozanê Merg û Gola Hêşîn bi dîmenên ji demsala zivistan û havînê va mazûvaniya tebîethezan dike

Tunceli
SÎDAR CAN EREN - Zozanê Merg û Gola Hêşîn yên li Çiyayên Mûnzûrê ku di navbera Tûncelî û Erzincanê da ye, dîmenên zivistan û biharê bihevdu ra nîşanî ziyaretvanên xwe didin.
Çîyayên Mûnzûrê ku di her demsalê da xweşike û bi zozan, avgurm, gol, gelî û tebîeta xwe ya kovî ra bala ziyaretvanan dikşîne.
Li Çîyayên Mûnzûrê li aliyê ku raqima wî 2 hezar û 500 metre ye, Zozanê Merg û Gola Hêşîn hene û ev der bi tebîeta xwe ya xweşik dîmenên nuwaze derdixin meydanê.
Di serî da Tûncelî û Erzincan ji gelek deverên Tirkiyeyê turîst tên herêmê ziyaret dikin.
- Dîmenên ji demsala zivistanê mane balê dikşînin
Tebîethezên bi tûran ra digerin ev der jî di rotaya xwe da bicih dikin. Ziyaretvanên tên herêmê piştî meşa bi saetan dewam dike digihên cihên bilind û dîmenên hêj ji demsala zivistanê mane temaşe dikin.
Ziyaretvanên li dora golê û zozanan wêneyan dikşînin carinan kew, hirçên boz, pezkovîyan jî dibînin.
Herêma Zozanê Merg û Gola Hêşîn cihekî honik û hêşînayî ye, bi van taybetîyên xwe ji bo heywandaran jî dibe cihê konvedanê. Koçer di mehên havînê da tên li herêmê dimînin.