Tirkiye

Serokomar Erdogan:Birayên me yên Filistînî bi tena serê xwe li ber xwe didin, kes nikare ji me bixwaze em bêdeng bimînin

26.04.2024 - Rojanekırın : 26.04.2024
Serokomar Erdogan:Birayên me yên Filistînî bi tena serê xwe li ber xwe didin, kes nikare ji me bixwaze em bêdeng bimînin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Konferansa 5emîn a Platforma Qudsê ya Nav Meclisan da diaxive

Serokomar Erdogan: "(Platforma Qudsê ya Navparlamenteran) Platform bi xebat, civîn û konferansên xwe di asta kurewî da bû deng û nefesa doza Filistînê."

"Yên dixwazin fîrewnê serdemê bibînin, bila dûr neçin, bila li yên ku di 203 rojên dawîn da 35 hezra Filistînî kuştin, binêrin."

"Netanyahu weke kujerên beriya xwe, li dîrokê navê xwe weke "Qesabê Xezeyê" bi şermezarî nivîsand."

"Her çiqas hinek vegerin jî, em ji rêya xwe venegerîn, emê venegerin. Çimkî baweriya me Xwedê û roja hesab heye."

"Li çar aliyên Qudsa Şerif rêç, berhem û mohra ecdadê me yê leheng heye 400 sal xizmeta vî warê pîroz kirine. Kes nikare van rêçan jêbibe."

"Tacîzên li dijî pîroziya qibleya me ya pêşî Mescida Eqsayê roj bi roj zêde dibin. Nasnameya kevnare ya Qudsê ji aliyê Îsraîla dagirker va, gav bi gav tê mehandin."

"Em ji wan siyasetmedaran nîn inku li gorî şertan, li gorî ba, soza xwe, sekna xwe, helwesta xwe biguherin. Me kefenê xwe hilda û me da ser vê rêyê."

"Diaya min ev e; 'Ya Rebî, bi xatirê navê xwe yê Qehar, di serî da Netanyahu hemû siyonîstan qehr û perîşan bike."

"Zêhniyeta ku rojbûna zarokên xwe bi kuştina sebiyên Xezeyî pîroz dike, tu peywendiya wê bi mirovayetî, nirxên sereke yên mirovayetiyê nemaye."

"Digel hemû bêderfetiyê xwîşk û birayên me yên Filistînî 203 roj in li ber xwe didin û tu kes nikare ji me bixwaze ku em li ber komkujiyê bêdeng bimînin."

"Emê bi berdewamî birayên xwe yên Hemasî weke berxwedêrên welêt li dijî dagirkeran, Quwayê Milî yên Filistînê bibînin."

"Di warê bazirganiyê da di koma 54 berheman da, take welatê ku sînordariya îxracatê li Îsraîlê kir, dîsa Tirkiye ye."

"Di alîkariya diçe Xezeyê da Tirkiye di rêza yekem da ye. Ji 7ê Cotmehê heya niha alîkariya ku me bi 13 balafir û 9 keştiyan şandiye nêzîkî 50 hezar tonî ye."

"Alîkariya eskerî û diplomatîk ku rêvebiriya Amerîkayê bêyî şert dide Îsraîlê feydeyê nade çareseriyê. Dibe sedem ku pirsgirêk hê mezin bibe."

"Nirxên demokrasî, azadî, hiqûq û azadiya raman, çapemenî û fikrî yên Rojavayê gava mesele tê ser Îsraîlê ji holê tên rakirin."

"Li Xezeyê 35 hezar kes bi hovane hatin qetilkirin, lê Senatoya Amerîkayê ji bo Îsraîlê pakêta alîkariya eskerî ya bi 25 milyar dolarî pesend kir."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın