"Zinarên lavê" yên li Çiyayê Agiriyê 37 cureyên bejavî û xişokan dihewîne

Iğdır
HUSEYÎN YILDIZ - "Zinarên lavê" yên li Çiyayê Agiriyê ku bi newayên volkanîk çêbûne, 37 cureyên bejavî xişokan dihewîne.
Li Çiyayê Agiriyê ku 5 hezar û 137 mêtro bilind e, ji xeynî hewanên dirinde gelek bejavî û xişok jî dijîn.
Bejavî û xişokên li Çiyayê Agiriyê di nava zinarên lavê û zinarên bi newayên volkanîk çêbûne da dijîn.
Di encama xebatên bi salan didomin da hat tesbîtkirin di nava zinarên lavê û volkanîk da 37 cureyên bejavî û xişok hene.
Hîndekarê Bernameya Jiyana Kovî ya Zanîngeha Îdirê Bahadir Akman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji ber ku herêm cînarê sê dewletan e, gelek heywan lê dijîn û wiha got, "Ji 17 familyeyan 37 cure hene. 4 jê bejavî, 2 jê kûsî, 15 jê margîsk û 16 jê jî cureyên maran in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.