Tirkiye

YTByê li Enqereyê Civîna Agahdariya Bursên Tirkiyeyê li dar xist

Yasin Yorgancı  | 16.01.2026 - Rojanekırın : 16.01.2026
YTByê li Enqereyê Civîna Agahdariya Bursên Tirkiyeyê li dar xist

Ankara

 Serokatiya Tirkên Li Dervayî Welat û Civakên Xizim (YTB) li Enqereyê ji bo xwendekarên navneteweyî yên ku li Tirkiyeyê dest bi perwerdehiya xwe kirine, civîneke danasîna Bursên Tirkiyeyê li dar xist.

Cîgirê Serokê YTByê Abdulhadî Turus û xwendekarên navneteweyî yên ku Bursên Tirkiyeyê wergirtine, beşdarî civînê bûn.

Bernameya Bursên Tirkiyeyê di sala 2025an de bi 125 hezar û 668 serlêdanan di tevgera xwendekarên navneteweyî de cihekî giring digire.

Ji bilî dewlemendiya perwerde, zanîn û ezmûna li ser asta navneteweyî, bernameya Bursên Tirkiyeyê ji xwendekarên navneteweyî yên ji çar aliyên cîhanê ra derfetê dide ku bi bursan li zanîngehên curbicur ên Tirkiyeyê bixwînin.

Bernameya Bursên Tirkiyeyê wekî bernameya bursê ya herî berfireh a cîhanê derdikeve pêş, ku bicihbûna di beşeke zanîngehê da bursa mehane, xercên xwendinê, sîgortaya tenduristiyê, cîhê wargehê, bernameyên pîşeyî û akademîk ên belaş û bilêtên balafirê yên çûn û hatinê pêşkêş dike.

Serlêdanên ji bo Bursên Tirkiyeyê yên 2026an dê di navbera 10ê Çile û 20ê Sibatê da werin qebûlkirin.

Serlêdanên ji bo Bursên Tirkiyeyê pêkan e bi rêya turkiyeburslari.gov.tr ​​werin kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın