ERBÎL
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim diyarkir ku hêzên Dewleta Îslamîya Şam û Iraqê, 7 jê zarok, 4 jê jin bi tevahî 15 gundî û ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî 6 kesî kuştine.
Muslim li ser telefonê der heqê şer û pevçûna ku di navbera YPG û endamên DÎŞIyê qewimî de agahî da nûçegihanê AAyê.
Muslim hejmara miriyan da û wiha got: "6 milîtanên YPGyê hatin kuştin. Wek ku îdia dikin 45-50 kesî nekuştine. Şer li Rakka û Hassayê û li rojavayê Serêkaniyê didome. Lê 7 jê zarok, 4 jê jin bi tevahî 15 kesên ku hatin kuştin jî ji gundê Tilliyeyê ne. Gundê ku hatiye dorpêşkirin 15 kîlometre dûrî Serêkaniyê ye. Ew gund wek gundê kurdan tê zanîn lê niha erebên ku ji ber şer reviyane jî li wêderê bi cih bûne."
Muslim destnîşan kir ku DÎŞI dixwaze sivîlên ku kuştiye jî wek milîtanên YPGyê nîşan bide û wiha dewam kir: "Niha hejmara miriyan tam nayê zanîn û dibe ku hejmar zêde bibe.
Der barê hilbijartina Serokomariyê ya Sûriyeyê de jî got: "Li gor daxuyaniya rêveberiya demokratîk herêmên ku d bin rêveberiya me de ye dê tu sindoq neyên danîn."