Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî li Îtalyayê bi Serokê Senatoya Komarê Pîetro Grasso û Papa Francîscûs re hat bal hev.
Barzaniyê ku hefta borî ji Fransayê dest bi geşta xwe ya Ewropayê kiribû li Romaya bajarê Îtalyayê li Qesra Gîûstînîaniyê bi Serokê Senatoya Komarê Pîetro Grasso re hevdîtin kir.
Ji hevdîtina ku nêzî nîv saetî dewam kir tu daxuyanî nehat belavkirin. Ji bo dîmen û wêne kişandinê jî di destpêk û dawiya hevdîtinê de piçek destûr ji endamên çapemeniyê re hat dayîn.
Barzanî di pey hevdîtina bi Grasso re bi Serokê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Senatoyê Pîerferdînando Casînî re hat bal hev.
Serokê HKIyê Barzanî piştî ku hevdîtinên xwe yên li Senatoyê bi dawî kir, bi Papa Francîscûsê ku serokê xiristiyanên Katolîk e re hat bal hev.