DIYARBEKIR
Yenî Diyarbakirspor biryara xwe ya ku wê ji lîgê vekişiya guhert û ragihadn ku wê di lîgê de têkoşîna xwe bidomînin.
Ji tîmên Lîga 3yemîn a Spor Totoyê Yenî Diyarbakirspor a ku di nîvefînala play-offê de bi Denîzlî Buyukşehîr Belediyesporê re hatibû hemberî hev û di pêşbirkê de bûyer derketin. Yenî Diyarbakirsporê jî diyar kir ku Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê bêalî nîne û bi vê hincetê biryar dabû ku wê ji lîgê vekişe.
Bi daxwaza Yenî Diyarbakirsporê ve nûnerên 24 klûbên sporê yên profesyonel û amator ên ku Cîzrespor û Vanspor jî di nav de li otêlekê civiyan. Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî û gelek nûnerên saziyên cîvakî yên sivîl jî beşdarî civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin bûn. Piştî ku civîn bi dawî bû li ser navê klûban Serokê Klûba Diyarbakir Buyukşehîr Belediyesporê Îhsan Avci daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku Yenî Diyarbakirspor ji Lîga 3yemîn a Spor Totoyê venakişe û wê têkoşîna xwe bidomîne.
Avci destnîşan kir biryara wan ew e ku li seheyê bin û têbikoşin û xeberdana xwe wiha domand: "Biryara me ya ku em ê li seheyê bin û têkoşîna xwe dewam bikin. Di civînê de me biryar da û heyetek ava kir. Ev heyet wê balê bikşîne ser kêmasî û pirsgirêkên klûbên herêmê û roja sêşemê jî bi rayedarên TFFyê re wê hevdîtinê bike."