Tirkiye

Xwendekarên Zanîngeha Batmanê ji bo piştevaniya Filistînê kon vedan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Fahrettin Turğut  | 08.05.2024 - Rojanekırın : 09.05.2024
Xwendekarên Zanîngeha Batmanê ji bo piştevaniya Filistînê kon vedan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Batman

 Xwendekarên Zanîngeha Batmanê ji bo piştevaniya Filistînê kon vedan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Xwendekarên ku li Kampusa Navendî ya Zanîngeha Batmanê li hev kom bûn, bi mebesta protestokirina êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê kon vedan.

Taha Demirê ku li ser navê koma xwendekaran a ku pişt ra dest bi çalakiyê rûniştinê kir axivî.

Demir anî ziman ku ji 7ê cotmehê va Îsraîl bi awayekî sîstematîk cînosaydê dike, jin û zarokan dikuje, nexweşxaneyan dike armanc û wiha pê da çû:

"Xwendekar û akademîsyenên li zanîngehên Amerîkayê, li dijî cînosayda ku Îsraîl li Xezeyê dike dest bi berxwedanê kirin. Em jî ji vê derê va piştevaniya xwe ji bo çalakiyên zanîngehên Amerîkayê radigihînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın