Tirkiye

Xwendekarên Wanî ji bo stajê bo Romanyayê hatin şandin

Zafer Tayfur  | 28.06.2022 - Rojanekırın : 29.06.2022
Xwendekarên Wanî ji bo stajê bo Romanyayê hatin şandin

Van

 Li Başkaleya navçeya Wanê 10 xwendekarên lîseyê ji bo stajê bo Romanyayê hatin şandin.

Alîkara Midûrê Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî Sueda Bakirhanê ji bo ku xwendekar li dervayî welêt stajê bibînin "Projeya Xwendekarên Başkaleyê li Paytextê Modayê Mîlanoyê ne" amade kir.

Di çarçoveya projeya ku Ajansa Neteweyî ya Tirkiyeyê jî piştgiriyê didê da 10 xwendekarên beşa moda û sêwirînê bo Romanyayê hatin şandin.

Xwendekar dê di çarçoveya staja du hefteyan da li fabrîqeya tekstîlê bimînin û dê di qadên wekî utî, qalib derxistin, çapkirin, analîza qumaşê û etîketkirinê da perwerdeyê bistînin.

Bakirhanê diyar kir, ev staj ji bo xwendekaran dê bibe tecrubeyeke pir muhim.

Xwendekar Belkiz Kadîrê jî wiha got, "Ez ji gundekî li ser sînor her roj bi servîsê têm dibistanê. Gava min ev proje bihîst ez pir kelecanî bûm. Bi ezmûna li dibistanê hat kirin va ez ji bo koma ku dê biçe hatim hilbijartin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın