Tirkiye

Xwendekarên ji Hekariyê şandin geşteke 7 rojan

Di çarçoveya projeya "Siberoj Dê Pir Ciwan Bibe" ya Wezareta Karên Navxweyî da ji navenda Hekariyê û navçeyên wê, 42 xwendekar şandin geşta 7 rojan a Stenbol, Enqere û Çanakkaleyê.

Önder Beyter  | 17.11.2019 - Rojanekırın : 19.11.2019
Xwendekarên ji Hekariyê şandin geşteke 7 rojan

Hakkari

Di çarçoveya projeya ku piştî dibistan ketin betnaleyê hat cîbicîkirin da xwendekar dê li hersê parêzgehên navborî bigerin û biçin seredana ciyên dîrokî û turîstîk.

Walî û Wekîlê Şaredar Îdris Akbiyik li ber avahiya walîtiyê bi zarokan ra qederekê sohbet kir û dû ra qala çalakiyên ku dê çarçoveya geştê da bên kirin kir.

Akbiyik herwiha bal kişand ser girîngiya projeyê û diyar kir ku xwendekar dê beşdarî bernameyeke pir têr û tijî bibin.

Piştî axaftina Walî Akbiyik, xwendekar şandin Wanê da ku ber bi parêzgehên navborî bi rê bikevin.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî Bilal Gur û Midûrê Şaxê Sabah Sakli jî beşdarî bernameyê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.