Tirkiye

Xwendekarên Batmanî dê bi projeya xwe beşdarî TEKNOFESTê bibin

Li Batmanê xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî dê bi projeya xwe ya bi navê "mêvanê bêdeng" ku ji bo astengdarên nabihîzin sêwirandin, beşdarî Festîvala Hewagerî, Feza û Teknolojiyê (TEKNOFEST) bibin.

Önder Beyter  | 21.09.2020 - Rojanekırın : 22.09.2020
Xwendekarên Batmanî dê bi projeya xwe beşdarî TEKNOFESTê bibin

Batman

Li Batmanê xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî dê bi projeya xwe ya bi navê "mêvanê bêdeng" ku ji bo astengdarên nabihîzin sêwirandin, beşdarî Festîvala Hewagerî, Feza û Teknolojiyê (TEKNOFEST) bibin.

Li Batmanê projeya ku ji hêla xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî hat sêwirandin, di TEKNOFESTa ku dê li Entabê were lidarxistin da di "Pêşbirka Teknolojiya Seba Mirovahiyê Kêrhatî" da ket nava 35 projeyan û mafê milmilaneya di fînalê da bi dest xist.

Mamosteyê Teknolojiyên Înformatîkê Yunus Temeldaş diyar kir ku proje qedera 5 mehan da hat amdekirin û fikra projeyê jî ya xwendekaran e.

Temeldaş got ku wan fikra xwendekaran hêja dît û dest bi xebatan kir û wiha dewam kir, "Me serî li pêşbirka TEKNOFEST 2020 Gazîentabê da. Em ketin nava 35 projeyan. Di 24-25ê îlonê da ji bo ku em bibin yekemîn, em ê milmilane bikin."

Temeldaş her wiha got ku wan navê "mêvanê bêdeng" da projeyê û wiha axivî, "Projeya me wiha dişixule; Gava zengila derî lê dikeve, ji xeynî deng, pergaleke cuda hat sêwirandin, ji ser bazina ku astengdarê nabihîze dixe zenda xwe ra motora lerzê dişixule û ji ser ekranê bazinê wê agahiyê dide ku mêvan hat û her wiha hişyariyê dide."

Beşdarê projeyê xwendekar Yunus Puyan jî diyar kir ku wan bi vê projeyê va xwest ku jiyana astengdarên nabihîzin, hêsan bikin û wiha dewam kir:

"Ji ber ku deng naçe astengdarên nabihîzin, me projeyeke bi vî rengî sêwirand û navê mêvanê bêdeng dayê. Ez şanaz im ku di vê projeyê da hevbeş im. Armanca me ew e ku em di TEKNOFESTê da bibin yekemîn."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.