HELEB
Zarokên kurd ên ku bi malbatên xwe ra vedigerin Kobanêyê, ji ber ku dibistanên wan xera bûne, xemgîn dibin.
Wekî hemû şeran, di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê da jî bedelên herî mezin zarok didin. Li Kobanêyê dibistan jî kavil û wêran bûn.
Zarokên ji Kobanêyê li di nav dibistanên ku xera bûne da dilîzin.
- "Xeyalê min ew bû ku bibim mamoste"
Ji zarokan Hiseyîn Mihemedê 11 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku beriya şer ez di pola 8an da bûm.
Mihemed destnîşan kir piştî ku şer mezin bû, tevî malbata xwe hatiye Tirkiyeyê û wiha got: "Li Tirkiyeyê dengê çekan nedihat. 10 roj berê tevî malbata xwe hatim Kobanêyê. Lê her der xera bûye. Em dixwazin ku Kobanê dîsa wekî berê bibe. Min bêriya heval û mamosteyê kiriye. Xeyalê min ew bû ku bibim mamoste."
Helîn Mihemedê jî diyar kir ku ew jî li dibistana birayê xwe diçû pola 6an û wiha got: "Ji ber şer hemû derfetên me ji dest çûn. Min dixwest bibim bijîşk. Dixwazim vegerim dibistanê û bigihêm hevalên xwe."