ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu dê beşdarî merasima cinazeyê dayika Mûhsîn Yazicioglu Fîdan Yaziciogluyê ya ku li Sêwazê wê bê kirin bibe.
Ji Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîriyê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Birêz Serokwezîrê me ji bo beşdarî merasima cinazeyê Fîdan Yaziciogluya ku dayika merhûm Mûhsîn Yazicioglu bibe wê biçe Sêwezê."
Fîdan Yaziciogluya dayika merhûm Mûhsîn Yaziciogluyê ku damezrênerê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) bû ji ber dilê xwe rakiribûn nexweşxaneyê, mir
Yaziciogluya 92 salî di 25ê çileya paşîn de ji malê ji ber dilê wê rakiribûn nexweşxaneyê û ev 26 roj bû tedawiya wê dewam dikir. Yazicioglu îro li Nexweşxaneya Nûmûneyê ber destê sibehê mir.