Xebatên restorasyonê yên li Mizgefta Selimiyeyê li ber qedandinê ne

Edirne
Waliyê Edirneyê Yunus Sezer, ragihand ku xebatên restorasyonê yên li Mizgefta Selimiyeyê li ber qedandinê ne.
Walî Sezer di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan da anî ziman ku li Selîmiyeya şahberhema Mîmar Sînan, xebatên restorasyonê yên berfireh didomin.
Sezer bal kişand ser xebatên giring ên li mizgeftê û got, "Hemû xebatên li ser mînareyan, tevî xemilandina Mizgefta me ya Selîmiyeyê û xebatên temîrkirin û restorasyonê yên li binê wan, hema hema qediyane."
Sezer diyar kir ku ekîba restorasyonê di beşa qubeyê da xebata xêzkirina karê qelemî dikin.
Sezer diyar kir ku xebata li vir dê di demeke kurt da biqede û wiha got, "Di beşa qubeyê de kêmasiyeke me heye di warê xebata bi karê qelemî da. Her wiha xebat bi lez û bez tê kirin da ku kêmasiyên di xebata qelemî da werin çareserkirin. Dema ku ev yek qediya, em ê dest bi kişandina materyalên înşaetê ji mizgeftê bikin û wan amade bikin. Êdî li ber temambûnê ye. Ez texmîn dikim ku îskeleyên li wir dê di nav du-sê mehan da werin jêvekirin."
Mizgefta ku xebatên restorasyonê lê berdewam in, ji bo mêvanan û îbadetê vekirî dimîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.