Tirkiye

Xebatên lêgerînê yên ji bo çiyagera jin a li Çiyayê Agiriyê winda bû, dewam dikin

Abdullah Söylemez, Fatih Çekim  | 25.03.2026 - Rojanekırın : 26.03.2026
Xebatên lêgerînê yên ji bo çiyagera jin a li Çiyayê Agiriyê winda bû, dewam dikin Fatih Çekim

Ağrı

Xebatên lêgerînê yên ji bo çiyagera jin a ku hilkişiya Çiyayê Agiriyê, lê ji bilindahiya çiyê ya 4 hezar û 700 mêtroyî vegeriya û êdî xeber jê nehat hildan, dewam dikin.

Sevim Yilmaz Hasanovaya ku roja yekşemê bi koma hevalên xwe yên ku ji 5 kesan pêk tê va hilkişiya Çiyayê Agiriyê, dema ku gihîşt bilindahiya çiyê ya 4 hezar û 700 mêtroyî ji komê veqetiya û xwest ku vegere. Ji wê rojê pê va tu xeber ji Yilmazê nehat hildan û xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin destpêkirin.

Xebat bi serkêşiya ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên AFAD û cendirmeyan û bi beşdariya çiyagerên pispor va tên kirin.

Ekîbên Rêveberiya Taybet a Bajêr jî bi makîneyên kar va rêyên herêmê vedikin.

Ekîbên Şaxa Bazîdê ya Hîva Sor a Tirkan jî diçin herêmê da ku xwarinê bidin ekîbên ku dixebitin.

Sevim Yilmaz Hasanovaya ku di nav komeke ji 5 çiyageran pêk tê da bû, di 22ê Adarê da dest bi hilkişîna Çiyayê Agiriyê ya ku bi 5 hezar û 137 mêtroyan va cihê herî bilind ê Tirkiyeyê ye, kiribû. Hasanova di bilindahiya çiyê ya 4 hezar û 700 mêtroyî da ji komê veqetiyabû û dest bi daketinê kiribû ku paşê ji wê tu xeber nehatibû hildan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.