Tirkiye

Xebatên ji bo dîtina zarokê 4 salî ku li Diyarbekirê wenda bû didomin

Diya zarokê wenda Firdevs Çiçek: "Ji bo riza Xwedê kurê min ji min ra bînin. Hûn û Xwedê berî tiştek were serî, hûn kurê min bibînin"

Önder Beyter  | 01.08.2020 - Rojanekırın : 02.08.2020
Xebatên ji bo dîtina zarokê 4 salî ku li Diyarbekirê wenda bû didomin

Diyarbakir

Ji bo dîtina zarokê 4 salî ku duh li Dîcleya navçeya Diyarbekirê wenda bû, bi kuçûkên ku pozê wan hesas e lêgerîn tê kirin.

Malbata Çiçek ku 3 zarokên wan hene, duh ji bo ziyareta eqrebayan ji Diyarbekirê çûn gundê Keleçiyê, li vê derê kurê wan ê 4 salî Miraç Çiçek ku li hewşa malê ji xwe ra dileyîst wenda bû. Xebatên ji bo dîtina kurikê wenda didomin.

Ekîbên cendirme û AFADê hem ji bejayê û hem jî di Çemê Dîcleyê da li zarokê wenda digerin.

Ekîbên cendirmeyê bi droneê ji asîman jî beşariya xebatê dikin, her wiha kuçûkên ku pozê wan hesas e jî di lêgerînê da beşdar in.

- "Hûn û Xwedê berî tiştek were serî, hûn kurê min bibînin"

Firdevs Çiçeka diya Miraç Çiçekê wenda, diyar kir ku ew ji bo ziyareta eydê çûn gund, kurê wî digel hemtayên xwe li hewşa malê dileyîst.

Çiçekê diyar kir ku birayên wî ji bo avê vexwin hatin malê û wiha got, "Min pirsî Miraç li ku ye. Gotin li ber derî dilîze. Min av da wan û got biçin cem birayê xwe. 5 deqîqe şûnda min pirs kir, lê kurê min li wir nebû."

Çiçekê got ku wê li wan deran nihêrî, lê kurê xwe nedît. Li ser vê jî wê xeber da herkesî û ew tevda derketin li kurik geriyan.

Çiçekê wiha dewam kir, "Ez gund nas nakim. Ev cara ewil e ez têm gund. Ji bo riza Xwedê kurê min ji min ra bînin. Hûn û Xwedê berî tiştek were serî, hûn kurê min bibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.