Xalîçeyên li quntarê Çiyayê Agiriyê tên çêkirin malên Japonan dixemilînin
Xalîçeyên ku jinên malan çêdikin bi destê Zanîngeha Îdirê û şirketekê va difroşin Japonyayê
Iğdır
Li Îdirê bi hevkariya Zanîngeha Îdirê û Midûriya Saziya Kar (ÎŞKUR) projeyek tê meşandin ku jinên beşdarî vê cebatê bûne xalîçeyan çêdikin û ew îxracî Japonyayê dibin.
Li bajêr kampusa Karaagaçê ya zanîngehê ya ku li quntarê Çiyayê Agiriyê hatiye avakirin jin xalîçeyan çêdikin, şirketeke bi zanîngehê ra hevkariyê dike jî wan difroşe Japonyayê.
Alîkarê Dekanê Fakulteya Hunerin xweşik a Zanîngeha Îdriê û Serokê Beşa Hunerên Destan ên Tirkan ên Kevneşopiyê Cavît Polat ji nûçegihanê AAy ra daxuyand xalîçe li gor malên Japonan biçûk tên çêkirin.
Polat wiha axivî: "Em xalîçeyên ji neqşên taybet ji mêtroyek û du mêtroyan pêk tên çêdikin. Em gelemperî neqşên nebatan ên Tirkan çêdikin."
- "Şirket vana difroşe Japonyayê"
Seroka Beşa Hunerên Destan ên Tirkan ên Kevneşopiyê ya Dibistana Bilind a Pîşeyan ya Zanîngeha Îdirê Melahat Teleriyê jî got ev qursa xalîçeyan du mehan e dewam dike û wiha dewam kir: "Em bi şirketeke li Adiyamanê va van xalîçeyan dişînin Japonyayê. Jinên hînê vê pîşesaziyê bûne neqşên ku ev şirket dixwaze li ser xalîçeyan çêdikin. Şirket jî vana difroşe Japonyayê."
Telerî got cara ewil e ji Îdirê ew xwe digîhinin bazara Asyayê û ewê bi ta û boyaxên xwe va xalîçeyên xwe çêbikin.
Mamosteya xalîçeyan Hetîce Mengu jî got jin xalîçeyên ku cureyên wan Memluk e çêdikin û wiha axivî: "Me berê xalîçeyên cureyên Memlukê ji bo malên xwe çêdikir, lê niha em ji bo ku bişînin Japonyayê çêdikin. Neqşên ji heyama Selçuqiyan di van xalîçeyan da têne bikaranîn."