Tirkiye

"Wê miheqeq hesabê êrîşa terorê ya li Qulpê bidin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der heqê êrîşa terorê ya Qulpê da destnîşan kir ku têkoşîna wan li nav welêt û dervayî welêt didome û got ku wê miheqeq hesabê van bidin.

08.04.2020 - Rojanekırın : 09.04.2020
"Wê miheqeq hesabê êrîşa terorê ya li Qulpê bidin"

Ankara

Akar di weşana zindî ya TRT Haberê da pirsên der barê rojevê da bersivand.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar der heqê êrîşa terorê ya Qulpê da wiha got: "Têkoşîna me li nav welêt û dervayî welêt didome. Wê miheqeq hesabê van bidin."

Akar ji bona tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) diyar kie her cure tevdîrê hildidin û got ku vîrusa koronayê bi taybetî tesîr li herêmên operasyonê nekiriye.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar der barê çêkirina maskeyên cerahî û tilûman da wiha axivî: "Em di hefteyekê da dikarin 3,5-4 milyon maskeyên cerahî çêkin. Em niha dikarin di hefteyekê da 105 milyon tilûmî jî çêkin."

Akar destnîşan kir ku wê hefteya were kapasîteya xwe di hefteyê da derxin 10 milyon maskeyên cerahî.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar der heqê li Îdlibê dewriyeya hevbeş ya Tirk-Rûsan da diyar kir îro dewriyeya mişterek ya sêyemîn temam bû û got ku dewriye wê bidomin.

Hulusî Akar der barê penabarên çûbûn ser sînorê Yewnanistanê da got ku ji 28ê Sibatê heta niha 148 hezar û 763 kes derbasî aliyê din bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın