WPNyê dîmenên qomandoyên Operasyona Pencik-Pilingê parve kir
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) dîmenên qomandoyên li Heftanîna li bakurê Iraqê tevlî Operasyona Pencik-Pilingê bûn parve kir.
Wezaretê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û diyar kir ku operasyon bi serkeftî dewam dike.
Di dîmenan da tê dîtin ku qomando di operasyonê da şikeftekê îmhe dikin û wiha tê gotin: "Biryardar, hêzdar, bêtirs. Qomandoyên me yên li Heftanînê Operasyona Pencik-Pilingê bi serkeftî dimeşînin bi parolaya "bigere-bibîne-tune bike"yê va derbeyên li rêxistina terorê dixin didomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.