Tirkiye

WPN: Vê êrîşê nîşan da ku Îsraîlê terorîzm kiriye polîtîkaya dewletê û li dijî aştiyê ye

Yusuf Soykan Bal, Utku Şimşek  | 11.09.2025 - Rojanekırın : 11.09.2025
WPN: Vê êrîşê nîşan da ku Îsraîlê terorîzm kiriye polîtîkaya dewletê û li dijî aştiyê ye

Ankara

Mişawirê Çapemenî û Têkiliyên Gel û Berdevkê Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) Tuxamîral Zekî Akturk diyar kir, êrîşa ku Îsraîlê li Qeterê dijî heyeta mizakereyê ya Hemasê kir cardin nîşan da ku Îsraîlê terorîzm kiriye polîtîkaya dewletê, bêîstiqrariyê zêdetir dike, ji pevçûnan sûd werdigre û bi temamî li dijî aştiyê ye.

Akturk li Wezaretê di civîna agahdarkirinê ya heftane da axivî û li ser êrîşa ku Îsraîlê li Qeterê bir ser heyeta mizakereyê ya Hemasê sekinî.

Tuxgeneral Akturk diyar kir ku vê êrîşê cardin nîşan da ku Îsraîlê terorîzm kiriye polîtîkaya dewletê, bêîstiqrariyê zêdetir dike, ji pevçûnan sûd werdigre û bi temamî li dijî aştiyê ye û wiha dewam kir:

"Em cardin berpirsiyariya xwe bi cî tînin û bi bîra civaka navneteweyî dixin ku heke Îsraîl bi rêbazên çalak neyê sekinandin, wekî ku li Qeterê kir, wê bi êrîşên bêperwa va herêmê ber bi felaketê va bibe. Ev êrîş bi eşkere binpêkirina serweriyê ye û em bi hemû derfetên xwe destnîşan dikin ku em li dijî vê êrîşê ligel Qeterê ne."

Akturk li ser nûçe û îdiayên ku dibêjin Îsraîlê li Sûriyeyê hebûnên Artêşa Tirkiyeyê kiriye hedef û wiha got: "Ev nûçe û îdia bê bingeh in û ne rast in. Der heqê yekîne, personel û techîzatên me yên li Sûriyeyê da tu rewşeke neyênî tuneye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.