17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 17 Hezîran 2020
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku "Operasyona Pencik-Pilingê" ya ku li bakurê Iraqê dest pê kiribû awayê hatiye plankirin bi serfirazî dewam dike.
WPNê ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û tê da got: "Berî herekata hicûmê ya ji hewayê, yekîneyên me yên topê ku li herêmê ne bi ser hedefên kifşkirî va top barandin û li wan xistin. Operasyona Pencik-Pilingê awayê hatibû plankirin bi serfirazî dewam dike."