Tirkiye

WPN: Ji hêla Sûriyeyê ji bo zeximkirina hêza parastinê û têkoşîna dijî terorê ji Tirkiyeyê alîkariya fermî hat xwestin

Di daxuyaniya çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin, "Rêvebiriya Sûriyeyê bo zeximkirina hêza parastinê û di serî da DEAŞ di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da daxwaza alîkariyê ya fermî li Tirkiyeyê kir."

Utku Şimşek, Yusuf Soykan Bal  | 23.07.2025 - Rojanekırın : 24.07.2025
WPN: Ji hêla Sûriyeyê ji bo zeximkirina hêza parastinê û têkoşîna dijî terorê ji Tirkiyeyê alîkariya fermî hat xwestin

Istanbul

Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) wiha ragihandin, "Rêvebiriya Sûriyeyê bo zeximkirina hêza parastinê û serî da DEAŞ di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da daxwaza alîkariyê ya fermî li Tirkiyeyê kir. Li ser vê daxwazê ji bo zêdekirina hêza parastinê ya Sûriyeyê ji bo alîkariya di warê perwerdehî, şêwr û teknikî da xebat didomin."

Çavkaniyên WPNyê piştî civîna heftane ya agahdarkirina çapemeniyê ya ku bi boneya "Fuara Pîşesaziya Parastinê ya 17em a IDEF 2025an" li Navenda Fuarê ya Stenbolê hat lidarxistin, pirsên rojnamegeran bersivandin.

Çavkaniyên ku pirsên biwarê rûdanên li bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê û her wiha êrîşên Îsraîlê yên dijî Şamê bersivandin, destnîşan kirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên vê dawiyê, rageşiya di navbera civaka Durzî û rêveberiya Şamê da zêdetir bû.

Çavkaniyan bal kişandin ku Tirkiye helwesta xwe ya di warê parastina yekparebûna xaka Sûriyeyê û her wiha domandina îstiqrarê û têkoşîna dijî rêxistinên terorê da didomîne û wiha gotin:

"Wekî Wezareta Parastina Neteweyî, em bi hevkariyeke ji nêz va xebata xwe ya digel hikûmeta nû ya Sûriyeyê didomînin. Rêvebiriya Sûriyeyê bo zeximkirina hêza parastinê û serî da DEAŞ di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da daxwaza alîkariyê ya fermî li Tirkiyeyê kir. Li ser vê daxwazê ji bo zêdekirina hêza parastinê ya Sûriyeyê ji bo alîkariya di warê perwerdehî, şêwr û teknikî da xebat didomin. Armanca sereke ya Tirkiyeyê ew e ku piştgiriyê bide yekîtiya siyasî û yekparebûna xaka Sûriyeyê û pêşengiya hewldanên aştiyê bike."

- Entegrasyona rêxistina terorê HSDyê

Li ser pirsên biwarê entegrasyona HSDya rêxistina terorê bi rêveberiya Sûriyeyê ra, çavkaniyên Wezaretê wiha daxuyandin:

"Wekî Wezareta Parastina Neteweyî me berî niha gelek caran ew yek anî ziman ku parastina yekparebûna xaka Sûriyeyê û mafên wê yên serweriyê, ji bo welatê me û herêmê xaleke bivênevê ye. Di vê çarçoveyê da xusûsên ku Hikûmeta Sûriyeyê û rêxistina terorê HSDyê di 10ê Adarê da li ser li hev kirin, divê li qadê demildest xwe nîşan bidin. Rêxistina terorê HSD divê wê yekê bi awayekî şênber nîşan bide ku pabendî rêkeftina bi hikûmeta Şamê ra dibe. Rûdanên der heqê mijarê da tevî saziyên me yên têkildar ji nêz va tên şopandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.