Tirkiye

WPN: "Heyeta me melzemeyên tenduristiyê teslîmî rayedarên Spanyayî kirin"

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku melzemeyên tenduristiyê yên ku bi balafira Artêşa Tirkiyeyê gihandin Madrîdê û dê dijî vîrusa koronayê (Kovîd-19) bên emilandin teslîmî rayedarên Spanyayî kirin.

Elif Irmak  | 01.04.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
WPN: "Heyeta me melzemeyên tenduristiyê teslîmî rayedarên Spanyayî kirin"

Ankara

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku melzemeyên tenduristiyê yên ku bi balafira Artêşa Tirkiyeyê gihandin Madrîdê û dê dijî vîrusa koronayê (Kovîd-19) bên emilandin teslîmî rayedarên Spanyayî kirin.

Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku Nûnerê Wezareta Parastinê yê Spanyayê Tumgeneral Fîguero, Balyozê Madrîdê yê Tirkiyeyê Cîhad Ergînay û pisporên konsolosxaneyê yên eskerî pêşwaziya heyeta di balafirê da kirin.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku melzemeyên tenduristiyê yên ku dê dijî têkoşîna bi Kovîd-19ê ra bê bikaranîn teslîmî rayedarên Spanyayî kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.