WPN: Di Operasyona Pencik-Pilingê da gelek sîlah û cebilxane hat girtin
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) diyar kir ku qomandoyên di Operasyona Pencik-Pilingê da li herêma Heftanînê xebatên lêgerîn û teqîbatê dimeşînin firsendê nadin terorîstan.
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) diyar kir ku qomandoyên di Operasyona Pencik-Pilingê da li herêma Heftanînê xebatên lêgerîn û teqîbatê dimeşînin firsendê nadin terorîstan.
Di daxuyaniya WPNyê da hat destnîşankirin ku Operasyona Pencik-Pilingê ya di 16ê hezîranê da dabûn destpêkirin wekî ku pîlan kiribûn bi serkeftî dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku qomandoyên li herêma Heftanînê xebatên lêgerîn û teqîbatê dimeşînin firsendê nadin terorîstan ku pişta xwe rast bikin, ketina hêlînên PKKya rêxistina terorê didomînin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di xebatên lêgerîn û teqîbatê da doçkayeke balafirşikên û 1150 fîşengên wê, keleşkofek û 1100 fîşeng, debançeyek, 2 hezar û 100 fîşengên biksiya tivinga otomatîk, 600 fîşengên M-16a tivinga piyade, 60 fîşengên tivinga otomatîk, 10 topên hewanê, 6 topên RPG-7ê, 2 topên neteqiyayî, 3 mayînên tankşikên, 6 mayînên antî-personel, 1500 funyeyên mekanîk, 1400 kapsulên texrîbê, 23 teqemeniyên destçêkirî, dûrbîneke nîşangiran, 2 hezar mêtre kablo, 5 jenerator, 2 hîltî, warêlek mazot, monîtoreke kompîteran, kamerayek, 3 aku, dokumanên rêxistinê û gelek amûrên jiyanê hatin girtin.