Tirkiye

WPN: "Di nava hefteyekê da 3 terorîstên PKKyî teslîm bûn"

Yusuf Soykan Bal, Utku Şimşek  | 03.07.2025 - Rojanekırın : 04.07.2025
WPN: "Di nava hefteyekê da 3 terorîstên PKKyî teslîm bûn"

Ankara

 Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku di nava hefteyekê da 3 terorîstên din ên PKKyî ku ji qadên hêwirînê yên bakurê Iraqê reviyan û teslîm bûn.

Şêwirmendê Çapemenî û têkiliyên Gel û Berdevkê Wezaretê Tugamîral Zekî Akturk li wezaretê di civîna agahîdana çapemeniyê da axivî.

Akturk tekezî kir ku têkoşana Hêzên Çekdar ên Tirkî li dijî tehdîd û xetereyan bi biryardarî berdewam e.

Akturk got, "Di çarçoveya operasyon û xebatên lêgerîn û şopandinê yên berdewam da, di hefteya dawîn da 3 terorîstên PKKyî teslîm bûn û gelek çek, cebilxane û alavên jiyanê yên ku di stargeh, veşargeh û şikeftên terorîstan da yên li herêmên operasyonê, bi taybetî li herêma Pençe-Kilitê hatine dîtin, hatin îmhekirin."

Akturk diyar kir ku li ser sînoran di asta bilind da ewlekarî hat tesîskirin û wiha pê da çû:

"Di nava hefteyekê da yek jî endamê rêxistina terorê bi giştî 203 kes hatin girtin, hejmara yên ku dixwestin bi rêyên dereqanûnî sînor derbas bikin, ji 1ê meha çileya paşîn va gihiştiye 3 hezar û 83yan. Digel 933 kesên ku di nava hefteya dawîn da hatin rêgirîkirin, hejmara kesên ku derbasbûna wan hat astengkirin gihîşt 40 hezar û 903yan. Di çarçovaya îmhekirina tunelan da ya ku li qadên operasyonê yên li Sûriyeyê berdewam in heta niha, li herêma Tir Rifetê 176, li Minbicê jî 212 tunel hatin îmhekirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın