WPN: Di encama xebatên lêgerînê yên li ser enqaza balafira eskerî de termê şehîdê me yê 20emîn jî hat dîtin
Ankara
WPN: Di encama xebatên lêgerînê yên li ser enqaza balafira me ya kargoya eskerî ya ku li sînorê Azerbeycan-Gurcistanê ketibû, termê şehîdê me yê 20emîn jî hat dîtin.
WPN: Amûrên FDR û CVDR ên ku wekî qutiyên reş ên balafira me ya ket tên binavkirin, ji bo lêkolînê anîn welatê me û li Enqerê tên lêkolînkirin.
WPN: Hesabên ku agahiyên nasnameya şehîdên me beriya daxuyaniyên fermî parve kirin, hatin tesbîtkirin û der barê wan da giliyê sûcê hat kirin.
WPN: (Balafira kargoyê ya eskerî ya li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê ket) Cinazeyên hevalên me yên qehreman ên şehîd bûn, hatin dîtin û tê plankirin ku îro bînin welatê me.
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku tîma lêkolîn, lêgerîn û rizgarkirinê ya ji bo balafira kargoyê ya eskerî ya cureya C-130yî ku li Gurcistanê ketibû, gihîştiye herêmê û xebatên xwe didomîne.
Di parvekirina ku li ser hesabê NSosyalê ya wezaretê hatiye parvekirin da ev daxuyanî hatine dayîn:
"Tîma lêkolîn, lêgerîn û rizgarkirinê ya ji bo balafira kargoyê ya eskerî ya cureya C-130yî ku li Gurcistanê ketibû, gihîştiye herêmê û xebatên xwe bi hevkariya rayedarên Gurcistanê didomîne. Pêvajoya lêkolîn û nirxandina teknîkî ya der barê qezayê da berdewam dike û pêşketinên din wê bi raya giştî ra werin parvekirin."
Di parvekirinê da wêneyên xebatê jî hebûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
