WPN: "Bi çi sedemî dibe bila bibe em razî nînin ku yekîtiya axa Sûriyeyê xirab bibe"

Ankara
Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) bertek nîşanî daxwazên xweseriyê yên li Sûriyeyê da û ragihand ku Tirkiye li hemberî gotinên bi vî şiklî ye.
Çavkaniyên WPNyê, li Wezaretê piştî civîna agahdarkirinê ya endamên çapemeniyê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Çavkaniyan li ser pirsên li Sûriyeyê rewşa dawîn çawa ye, diyar kirin ku ji bo Tirkiyeyê parastina yekîtiya axa Sûriyeyê û li herêmê yekîtiya siyasî girîng e.
Di vê çarçoveyê da wiha hat daxuyandin:
"Bi çi sedemî dibe bila bibe em razî nînin ku yekîtiya axa Sûriyeyê xirab bibe. Bi eşkereyî divê bê gotin, çawa ku Rêveberiya Nû ya Sûriyeyê li hemberî gotinên wekî herêmên xweser û gotinên adema merkezîyetcî disekine, em jî li hember disekinin. Der barê kontrola Bendava Tişrînê da jî divê bê gotin ku heyîn û çavkanîyên Sûriyeyê aîdê Sûriyeyiyan e. Xisûsên derbarê dewrkirina bendavê da tên guftûgokirin. Di vê çarçoveyê da pêvajo ji nêz va tê şopandin."