Tirkiye

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar rewşa Îdlibê nirxand

"Ji bo pêkanîn û mayîndebûna agirbestê em yekîneyên nû dişînin û em ê qadê kontrol bikin"

Abdullah Tel  | 13.02.2020 - Rojanekırın : 14.02.2020
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar rewşa Îdlibê nirxand

Ankara

 Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir ku li Îdlibê ji bo pêk anîn û mayîndebûna agirbestê wê yekîneyên nû bên şandin û wiha pê da çû: "Kesên tundraw jî di nav da li hemberî kesên gorî agirbestê tevnegerin wê zorî bê emilandin û tewdîrên bi her awayî bên hildan."

Akarê ku di çarçoveya Civîna Wezîrên Parastina NATOyê da li Bruksela paytextê Belçîkayê ye pirsên rojnamegeran ên der barê geşedanên li Îdlibê da bersivand.

Di axaftina xwe da Akar got ku wan di rûniştina sereke ya bi mijar Îdlibê da nêrîn û bendewariyê Tirkiyeyê bi rayedarên NATOyê û wezîrên parastina welatên mutefîq in ra, parve kirin.

Wezîr Akar ragihand ku rewşa Îdlibê piştî Civîna Wezîrên Parastina NATOyê ya dawîn a ku di meha cotmehê da hatibû kirin heya niha gelek xerab bû û bi bîr xist ku li herêma ji 4 milyonî zêdetir Sûriyeyî dijîn ji welatên garantor yek jî Tirkiye ye.

Akar got ku ew ji bo xwîna dirije bisekine, agirbest pêk bê û rê li koçê bê girtin hewl didin lê rejim jî berevajiyê vê digel çar agirbestên hatin îlankirin dev ji êrîşên xwe yên hewayî û bejayî berneda, her ku çû jî bû sedema zêdebûna tundiyê.

- "Li hemberî vê trajediya mirovahî divê dinya bêdeng nemîne"

Wezîr Akar destnîşan kir ku bi êrîşên rejimê va tundrawî û koç kirin zêde dibe û nêzî milyonekî Sûriyeyî ji mal û warê xwe reviyan û di van rojên sar ên zivistanê da bi şûna alî rejimê va berê xwe didin alî Tirkiyeyê.

Akar diyar kir ku dinya divê li hemberî vê trajediyê bêdeng nemîne û ji bo cihên çavdêriyê yên Hêzên Artêşa Tirkiyeyê jî wiha pê da çû: "Ji bo pêkanîn û mayîndebûna agirbestê em yekîneyên nû dişînin û em ê qadê kontrol bikin. Kesên tundraw jî di nav da li hemberî kesên gorî agirbestê tevnegerin wê zorî bê emilandin û tewdîrên bi her awayî bên hildan. Cihên me yên çavdêriyê yên nû jî ji bo li qadê mêzekirinê wê gelek bi kêr bên û xwedî roleke girîng bin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.