Tirkiye

Seba mexdûrên erdhejê xebatên avakirina konbajaran di binê berfê da dewam dike

Li Elezîza ku erd lê hejiya ji bo starbûna berwext a welatiyan xebatên avakirina konbajaran di binê berfê da dewam dike

İbrahim Atmaca  | 13.02.2020 - Rojanekırın : 14.02.2020
Seba mexdûrên erdhejê xebatên avakirina konbajaran di binê berfê da dewam dike

Elazig

 Li Elezîza ku erd lê hejiya ji bo starbûna berwext a welatiyan xebatên avakirina konbajaran di binê berfê da dewam dike.

Piştî 6,8 pile erdheja ku di 24ê rêbendanê da li navçeya Sîvrîceyê çêbû, li herêmê ji bo demildest pêçandina birînên mexdûrên erdhejê, xebatên Serokomarî, wezaret, sazî û sazûmaniyên qamûyê, Heyva Sor a Tirk, AFAD, UMKE û saziyên din ên alîkariyê dewam dikin.

Li bajêr ji duh va berf dibare û bager rabûye.

Digel taxên Demirtaşa Jêr, Kirklar, Dogukent û Hankendiyê, li texma Golbaşiya navçeya Sîvrîceyê li qadên ku konbajar wê lê werin avakirin da ku mexdûrên erdhejê ji bo demekê tê da star bibin, xebat di binê berfê da bê navber dewam dikin.

Li Parka Kulturê konbajara hat avakirin û li konbajarê rojê 3 danan xwarina germ li mexdûrê erdhejê tê belakirin, ji bo ku necemidin pêdiviyên wan tên peydakirin. Mexdûrên erdhejê digel alîkariyên dewletê, bi alîkariyên saziyên civaka sivîl jî îdareya xwe dikin.

Mexdûrên erdhejê yên ku di binê berfê da li benda avakirina konbajaran sekinîne, dixwazin ku jiyana wan di demeke kin da normal bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın