Wezîrê Parastina Neteweyî Akar bertek nîşanî manşeta rojnameya Yewnanistanê da
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar : "Ev wesîqeya şerm wê wek lekeyekê di dîroka çapemeniya Yewnan da cih bigire."
Ankara
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bertek nîşanî manşeta rojnameya Yewnanistanê ya ku heqaretê li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dike da û got "Ev wesîqeya şerm wê wek lekeyekê di dîroka çapemeniya Yewnan da cih bigire."
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî Wezîr Akar bertek nîşanî manşeta rojnameyeke Yewnanistanê ya heqaretê li Serokoma Erdogan dike da.
Akar wiha got: "Di rojnameyeke Yewnan a ku tu eleqeya wê û nûçegihaniyê tune îfadeyeke Birêz Serokomarê me hedef digire hat weşandin ku gelê Yewnan a xwedî aqlê selîm jî di nav da tu kesekî aqlê selîm vê qebûl nake û em vê bi tundî şermezar dikin. Ev wesîqeya şerm wê wek lekeyekê di dîroka çapemeniya Yewnan da cih bigire."
Akar anî ziman ev kesên bêexlaq dixwazin têkiliya herdu welatan xirab bibe û bangî Yewnanistanê kir ku der barê wan da miemeleya adlî bê destpêkirin.