Tirkiye

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ragihand ku li Hekariyê 2 terorîst hatin berterefkirin

Muhammed Nuri Erdoğan  | 24.10.2021 - Rojanekırın : 25.10.2021
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ragihand ku li Hekariyê 2 terorîst hatin berterefkirin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got, "2 terorîstên ku ji sînorê Çukurcayê ra derbas bûn, bi J-SÎHA, piştgiriya esmanî ya nêzîk û operasyona bejahî kuştî hatin bidestxistin.

Wezîr Soylu li ser Twitterê daxuyanî da û wiha got:

"Em nû hatin Yuksekovaya Hekariyê, xebera ku em li bendê bûn jî hat. 2 terorîstên ku ji sînorê Çukurcayê derbas bûn bi J-SÎHA, piştgiriya esmanî ya nêzîk û operasyona bejahî kuştî hatin bidestxistin. Ji gotinê fêm nakin. Heke çavê wan bar digire, bila Karayilan were, wekî mişkan xwe veneşêre. Dora wî jî tê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.