Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Huseyîn li Munîhê bi Serokê MÎTê Kalin ra hat cem hev
Istanbul
Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fuad Huseyîn li bajarê Munîhê yê Almanyayê bi Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin ra hat cem hev.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Iraqê, Huseyîn li Munîhê ku ji bo Konferansa Ewlekariya Munîhê ya 62yem li wir e, di 14ê Sibatê da li îqametgeha xwe bi Serokê MÎTê Kalin ra civiya.
Di hevdîtinê da xurtkirina hevkariya Iraq û Tirkiyeyê û her wiha geşedanên dawîn ên li Rojhilata Navîn hatin nirxandin.
Hat diyarkirin ku aliyan, rewşa dawîn a peymana hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk îmze kir, di ber çavan ra derbas kir û her wiha pabendbûna aliyan di cîbicîkirina xalên peymanê da cihê kêfxweşiyê ye û ev dê bi kêrî îstiqrara herêmî were.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
