Tirkiye

Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Hevkariya Misir û Tirkiyeyê feydeyeke mezin dide herêma me û gelên me"

Büşranur Koca  | 20.04.2024 - Rojanekırın : 22.04.2024
Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Hevkariya Misir û Tirkiyeyê feydeyeke mezin dide herêma me û gelên me"

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, "Hevkariya Misir û Tirkiyeyê feydeyeke mezin dide herêma me û gelên me."

Fîdan li Stenbolê bi Wezîrê Karên Derva yê Misrê Samih Şukrî ra di daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da axivî.

Wezîrê Karên Derva Fîdan bal kişand ser girîngiya hevkariya Tirkiye û Misrê û wiha got, "Hevkariya Misir û Tirkiyeyê feydeyeke mezin dide herêma me û gelên me."

Fîdan diyar kir dagirkeriya Îsraîlê ya li ser axa Filistînê yek ji sedemên sereke yên pirsgirêka bêîstîqrara Rojava ya li Rojhilata Navîn e.

- Daxuyaniyên Wezîrê Karên Derva yê Misrê Samih Şukrî

Wezîrê Karên Derva yê Misrê Şukrî der barê rageşiya Îran-Îsraîlê da got ku îhtimal heye ev şer, pevçûn û rageşî belav bibe.

Şukrî diyar kir di rageşiya Îran-Îsraîlê da bûyerên dawîn bal û dêna civaka navneteweyî ji ser şertên trajîk yên li Xezeyê da alî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.