Wezîrê Karên Derva Fidan û Wezîrê Parastina Neteweyî Guler dê agahiyê bidin Lijneya Giştî ya TBMMyê
TBMM
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan û Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler dê 10ê Adarê Sêşemê, biwarê êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî Îranê, geşedanên li Rojhilata Navîn û tedbîrên Tirkiyeyê agahiyê bidin Lijneya Giştî ya TBMMyê.
Li gorî agahiya peyamnêrê AAyê wergirt, Fidan û Guler di çarçoveya madeya 59em a Rêziknameya Navxweyî ya TBMMyê da biwarê êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî Îranê, belavbûna pevçûnan û rîska şer a li Rojhilata Navîn, agahiyê bidin parlamenteran.
Agahdarkirina ji hêla Fidan û Guler dê 10ê Adarê Sêşemê di rûniştina Lijneya Giştî ya TBMMyê da pêk were.
Piştî destpêkirina rûniştinê, biryar dê were dayîn ka rûniştin dê vekirî yan girtî bê kirin.
Tê pêşbînîkirin, rûniştina ku Fidan û Guler dê agahiyê bidin Lijneya Giştî, girtî bê kirin.
Heger biryar bê dayîn ku rûniştin girtî bê kirin, guhdarvan û rojnameger dê bernedin Salona Lijneya Giştî. Ji xeynî vê odeyên li kêleka Salona Lijneya Giştî jî dê di maweya rûniştinê da bên valakirin û girtin.
Piştî agahdarkirina Fidan û Guler, rûniştina girtî dê kuta bibe û Lijneya Giştî dê bi rûniştina vekirî li ser rojeva xwe berdewam be.
Weşandina girtîname û kurteyên rûniştina girtî, piştî 10 salan pêkan e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
