Tirkiye

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: Em careke din hişyariyê didin Ermenistanê bila tevlî provakasyonên nû nebe"

Nazlı Yüzbaşıoğlu  | 08.08.2022 - Rojanekırın : 09.08.2022
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: Em careke din hişyariyê didin Ermenistanê bila tevlî provakasyonên nû nebe"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bal kişand ser operasyonên ku Tirkiye li bakurê Sûriyeyê birêva dibe û ragihand ku bi saya operasyonan veger bi ewletir tê kirin û wiha domand: "Lê PKK/YPG/PYDya rêxistina terorê û yên girêdayî wan ji bo vê rewşa bi aram serobin bikin û di rojevê da cihêkariyê derxin pêş li Sûriyeyê êrîşên li hemberî sivîlan û welatê me didomînin. Welatê me li hemberî van êrîşan ne mimkune ku bêdeng bimîne."

Çavuşoglu di vekirina Gotara Balyozan a 13mîn ku li Enqereyê hat kirin da axivî û mijarên di rojevê da ne nirxand.

Wezîr Çavuşoglu bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiye û Azerbeycanê û bi bîr xist ku ji bo rizgarkirina Qerebaxê Tirkiyeyê alîkariya Azerbeycanê kir û bi dawîbûna şer va jî hewl da ku bila li herêmê aştî pêk bê xebitî û wiha domand: "Bi gotineke Azerbeycanê em li ser koçberên-ber revê û pevçûneke li ber destpêkirinê ye xebernadin em li ser aştiya herêmî û hevkariyê diaxivin. Em careke din hişyariyê didin Ermenistanê ku bila tevlî provakasyonên nû nebe."

Çavuşoglu destnîşan kir ku ji bo çareseriya qeyrana li Sûriyeyê û yekîtiya axa Sûriyeyê Pêvajoya Astanayê jî tev Tirkiyeyê gelek hewl da û wiha domand: "Li hemberî van êrîşên (YPG/PKK) tên kirin welatê me yê ku ji bo parastina bi milyonan Sûriyeyî hewl dide, ne mimkune bê deng bimîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.