Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç: "(Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror) Li vir tu mizakere, tu danûstandinek tuneye"

TBMM
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç der barê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da wiha got: "Li vir tu mizakere, tu danûstandinek tuneye. Di serdana DEM Partiyê ya hefteya borî ya li Wezareta Edaletê da me tu tişt mizakere nekir."
Tunç beriya Komcivîna Meclisê ya AK Partiyê pirsên rojnamevanan ên li ser rojevê bersivandin.
Dema ku behsa daxuyaniyên Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari hat kirin, Tunç wiha got: "Gotina 'gog di destê desthilatiyê da ye' çi ye? Em li vir gogê nalîzin. Li vir pirsgirêkeke cidî heye. Hewldanên ji bo jiholêrakirina terorê hene. Ji ber vê, divê piştgirîya van hewldanan bê kirin. Divê meriv ji daxuyaniyên dibe ku zirarê bidin van hewldanan dûr bisekine."
Tunç got ku divê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" dewam bike û wiha axivî: "Rewşa ku gog di destê desthilatiyê da ye û her wekî din li holê nîne. Li vir tu mizakere, tu danûstandinek tuneye. Di serdana DEM Partiyê ya hefteya borî ya li Wezareta Edaletê da me tu tişt mizakere nekir. Daxwazên Cigirserokên Koma DEM Partiyê hatin rojevê. Ev daxwaz çi bûn? Ev hin daxwazên der barê şert û mercên girtiyên di girtîgehan da, biryarên Lijneyên Çavdêriya Girtîgehan ên der barê şert û mercên baş ên ku hatine dayîn da, rewşa tenduristiyê ya mehkûm û girtiyên nexweş û taloqkirina înfaza wan da bûn. Hin daxwazên der barê sûcên rêxistinkirî da bûn ku dibêjin bila ew jî bikaribin ji verastkirina Kovîdê sûdê werbigirin. Li vir mizakereyek, danûstandinek tuneye. Hûn hemû dibînin ku di banga Îmraliyê ya ji bo pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' da jî tu danûstendinek tuneye. Ji ber vê yekê, pêvajoyeke 'bide û bistîne' tuneye. Li vir ne mimkûn e ku meriv beşdarî vê gotina 'gog di destê desthilatdariyê da ye' û her wekî din bibe. Em li vir gogê nalîzin, ev meseleyeke cidî ye."
Tunç daxuyand ku Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û her tişt di çarçoveya qanûnan da dikare bê kirin.