Wezîrê Edaletê Tunç der barê lêpirsîna der heqê mirina Rojîn Kabaîşê da daxuyanî da
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç li ser lêpirsîna der heqê mirina Rojîn Kabaîşa xwendekara zanîngehê ya ku di 2024an da li qeraxê Gola Wanê cenazeyê wê hat dîtin da got ku "Hemû delîl û rapor bi berfirehî tên vekolîn."

Ankara
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç li ser lêpirsîna der heqê mirina Rojîn Kabaîşa xwendekara zanîngehê ya ku di 2024an da li qeraxê Gola Wanê cenazeyê wê hat dîtin da got ku "Di çarçoveya lêpirsînê da bêyî ku tu hûrgilî bên paşguhkirin hemû delîl û rapor bi berfirehî tên vekolîn, pêvajo bi kordînasyona meqamên darazê bi hûrgilî û berfireh tê birêvebirin."
Wezîr Tunç ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî NSosyalê da daxuyanî da û bi bîr xist ku Kabaîş di 27ê îlona 2024an da li Wanê winda bû û di 15ê cotmeha 2024an da cenazeyê wê hat dîtin.
Tunç diyar kir lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê mirina Kabaîşê da bi rê va dibe bi piralî û berfirehî dewam dike û got ku "Rapora ku bi armanca ronîkirina bûyerê ji hêla Serokatiya Saziya Tibê Edlî va di encama lêkolînê da hat amadekirin li ser dosyeya lêpirsînê hat zêdekirin. Digel vê rapora ku di encama otopsî, analîzên biyolojîk, toksîkolojîk û hîstopatolojîk hat amadekirin ji Saziya Tibê Edlî ya Stenbolê jî der barê mijarê da nêrîna pisporekî hatiye xwestin."
Tunç diyar kir ku di pêvajoya lêpirsînê da qeydên kamerayan, lêkolînên telefonan, belgeyên HTSyê û îfadeyên şahidan jî bi hûrgilî hatin nirxandin û da zanîn ku ji bo vekirina kilîda telefona ku Kabaîşê bi kar dianî xebatên teknikî yên ku pisporên ji dervayî welêt jî daxil bûn û lêkolîna li ser hin materyalên dijîtal jî dewam dikin.
Tunç destnîşan kir ku lêpirsîn bi hûrgilî dewam dike û ev gotin:
"Di çarçoveya lêpirsînê da bêyî ku tu hûrgilî bên paşguhkirin hemû delîl û rapor bi berfirehî tên lêkolînkirin, pêvajo bi kordînasyona meqamên darazê bi hûrgilî û berfireh tê birêvebirin. Di serî da malbata dilsoj a keça me Rojînê bila gelê me dilrehet be, di lêpirsînê da ji bo ku xalek tenê jî di tariyê da nemîne, rastiya madî derxînin holê gelekî dixebitin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.