Wezîr Yerlîkaya: Ji 1ê Hezîranê û pe va di şewata daristanan da li 13 bajaran 407 avahî, 17 kargeh,96 tewleyan xisar dît

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, li tevahiya Tirkiyeyê ji 1ê Hezîrana 2025an vir va li 13 bajarên ku agirê daristanan lê hat temirandin, 407 avahî, 17 kargeh û 96 tewleyan xesar hilda.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê xesar û zirara ku piştî temirandina agirê daristanan hat tesbîtkirin da daxuyanî da.
Yerlîkaya destnîşan kir ku AFAD û saziyên têkildar xebat demildest meşandin û wiha dewam kir, "Li tevahiya welatê me ji 1ê Hezîrana 2025an vir va li 13 bajarên ku agirê daristanan lê hat temirandin, 407 avahî, 17 kargeh û 96 tewleyan xesar hilda. Me ji bajarên me yên ku şewat lê derketin ra 128 milyon û 470 hezar û 242 lire pere şand. Li 7 bajarên me ji bo 490 malan 83 milyon û 277 hezar û 710 lire pere hat dayîn."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.