Tirkiye

Wezîr Fîdan bi Nûnerê Payebilind ê Têkiliyên Dereke û Polîtîkaya Ewlehiyê ya YEyê Borrell ra hevdîtin kir

Sümeyye Dilara Dinçer  | 29.04.2024 - Rojanekırın : 30.04.2024
Wezîr Fîdan bi Nûnerê Payebilind ê Têkiliyên Dereke û Polîtîkaya Ewlehiyê ya YEyê Borrell ra hevdîtin kir

Ankara

ANKARA (AA) - Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan di çarçoveya ziyareta xwe ya li Riyadê da bi Nûnerê Payebilind ê Têkiliyên Dereke û Polîtîkaya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ra hevdîtin kir.

Li gor parvekirina ser hesabê Xa medyaya civakî ya Wezaretê, Fîdan li Riyadê bi Nûnerê Payebilind ê Têkiliyên Dereke û Polîtîkaya Ewlehiyê ya YEyê û Alîkarê Serokê Komîsyona YEyê Borrell ra hevdîtin kir.

Borrell jî li ser hesabê xwe yê Xa medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir û wî bi Fîdan ra li ser têkiliyên Tirkiye û YEyê sohbeteke baş kir. Borrell destnîşan kir ku divê tevkarî û têkilî dewam bikin û wiha dewam kir, "Ji bo ku pirsgirêkên herêmî demildest werin rojevê û bi taybetî ji bo ku jana li Xezeyê bi dawî bibe, me li hev kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın